Sedat Doğan: REWŞA ME Û ZİMANÊ ME Û ÇARESERÎYÊN ME

28.05.2024

Heçî Milletê kû li ser rûyê vê dinyayê dijîn, li her derê bi zimanê xwe û welatê xwe tên naskirin. Welat, ew Bax û Baxçêyên kû millet li ser kûlîlka vêdidin û bi aramî û ewlehî li ser mezin dibe.

Ziman jî mohra tapûyê wan Bax û Baxçeyaye. Wek Kilit û Nifta wî milletîye. Di malân de Kilîta Sindoka tiştên herî biha girane. Ew sindokâ,kû cîhê Xişr û Zêr û Cihîzên bukane…

Ziman û Welat, ji bona mirova û milleta, wek serî û laşê mirovaye. Bê çawa mere nikanê herdûya ji hev biketîne, mere nikani Ziman û welat jî ji hevdû biketîne.

Li ser rûyê vê dinyayê, gava kû bi hawakî fermî û meşru ziman û welatê milletekî nê kebul kirin, gelo çi kîmeta wî heye?

Em bi vê pirsê dest bi mijara xwe bikin. A herî kêm, ev 5.000 hezar sali kû em Kurd, bi zimanê xwe li ser axa welatê xwe dijin. Heçî tiştê kû ji mere hewceye, me di jiyana xwede ew giş, bi zimanê xwe bi navkirine. Me ji zimanê xewere gotîye Kûrmancî, ji milletê xwere gotîye Kurd û Ji welatê xwere jî gotîye Kûrdistan.

Me ji çar hewcedarîyê bingehê jiyanê re gotîye Ax û Av, Agir û Hewa. Me ji tavê re gotîye Roj û Tav. Me ji afirînerê vân tiştan gişare gotîye Xwedê, wanê kû ji cem wî ji mere peyamê piroz anine, me ji wanre jî gotîye Peyamber yan jî Pêxember.

Ev ji hezar(1.000) sali zêdetiri kû, me ji welatê xwere gotîye Kûrdistan. Hetanî salê heyştêyî(80) jî li welatê me, Zimanê hemu kadê jiyana me. Zimanê Aborî, Cotkarî, Şivanî û Bazara me. Zimanê taêt û perwerda me bi pirayî giş bi kurdî bu… Lê îro, heyf mixabin, li gûndeki di binê kontara Çîyayê Cûdîde jî Qal û Pîrên me, nikarin bi Torînê xwere, bi hûndûrê mala xwere Çirokekê û Sitranekê bibêjin.

Dê û Bav, Siyasetmedar, Şaredar, Rewşenbîr, Tixtor, Parêzger, Endezyar, Mamoste, Bazirgan, Cotkar, Şivan, Şêx û Melle, hetanî bi Keşe û Papazên me jî, nikarin bi hevre, bi cemâta xwere, bi milletê xwere bi zimanê xwe bi axivin û li ser mijarekê hevdû fâm bikin…

Em îro dibejin nûfusa me 70 mîlône. Li bakur dora 30-40 mîlônîye. Em vêya pir kêfxweş dibin. Lê heyf mixabin eger gava, em ji hev bipirsin, û em bibejin gelo sînorê Kurdîstanê ji kû hetanî kûderêye? Kî ji mere kanin kâla xweşikî, delalî û dewlemendîyên welatê me bike?

Eger ji çar kûrdê me yek bersiva vê pirsamê baş zanibin, hewceyi kû em wî bi serserê xwedin û xelat bikin…

Ev jî tê wê mânê kû, gor pirbuna nûfusa me û ji hêla ziman û çandêde, ji hêla zanîna Civaknasya mede, nakûkîyak mezin heye. Her kû dihere nûfusa me zêde dibe. Lê zanîn, têkilî û hakîmiyeta meyî li ser ziman, çand, dîrok û civaknasyê roj bi roj kêm dibin. Em bi paşve diçin… Gelo çima?

Pirsa meyî herî girîng eve. Gelo ji bona vê mijare Çareserîyê me çiye? Di destê mede tû çare heye yan tuneye?

Gorî min, çara herî mezin, berî her tiştî hewceye kû em li ser her perçê welatê xwe, civaka xwe û milletê xwe, di çar beşâde bi rêk û pêk bikin. Gorî hestê demê, em wan perwerde bikin. Ew çar beşana çine?

Ji Bona Çareserîyê Çar Beş:
1.Têkilîyê Zimanê me û millete me.
2. Têkilîyê Zimanê me û Perwerdê û Rewşenbîrya me.
3. Têkilîyê Zimanê me û Sîyaseta me û Sîyaseta Meclis û Hûkumet û Dewleta kû li ser welatê me hûkumranin.
4.Têkilîyê me û zimanê me û Dîyaspora. Xebatên Diplomasi û Lobîya li cem Dewletê bîyanî.

1.Têkilîyê Zimanê me û millete me:
Em çer bikin nekin hewceye kû, em bi hawakî bi dilnermî, bi dilxweşî zimanê xwe bi milletê xwe baş bidi naskirin û hezkirin. Em bi wân kebulkirin bidin kû, ev zimana ji xwe zimanê wane jî. Gava kû em jibona pêşe rojê, hêvî û baweryê bidin wan, gava kû ew jî bawerbikin kû, ewê bi zimanê xwe jî nan bûxwûn û pera kezenc bikin, ewê ji xweber zimanê xwe bikin zimanê jiyanê û bazarê. Bikin ê çand û hûnerê.
Ji bo vê yekê jî, berî her tiştî hewceye kû, em her kûrdek hûndûrê malên xwe bikin Dibistanên zimanê kurdî.

Em Televîzyonek hew Ziman û Çanda me rê Pîrek û Zarokên me bide, em têxin malên xwe gişa. Em xelata bidin Dayîk û Zarokên xwe. Bira kelecan û xwesteka ziman û çanda me bi wânre çêbibe.

Em teknolojîya îro, medya dijitala kû îro gellekî çalake, baş û dûrûst bikarbînin. Em ji bo Zarok, Genc û Pîrekên xwe zimanê medya civakî seranser bikin kûrdî.

Hewceye kû Şaredaryê me Ji bo milletê me ji şeş meha carekê festivalên ziman û çandê bi kar bînin. Di wan festîvalande Sitran, Klam, Helbest, Çîrok, Roman, Meselok, Biwêj, Peyvên Pêşyan bên gotin. Kevneşopîyen jiyana Bav û Qalên me nûjen bibin. Herkes ji bo xwe tiştekî li wûr bibinin.

Pêşyên me bela sebe negotinin kû,“Mal Mektebe”.”Tû çi biçîne, tê wî biçine”.Tû Ceh biçîni tê Ceh, Genim biçîne, te Genim biçine”.
Bi kûrtayî, çi hûner û zanebûna me heye, hewceye em bi wê hêzê, li ser bixebitin kû, bira berî her tiştî di nava malên me, Zikak û Taxê Kolanên bajarên me, Navçe û Gûndê me’de, zimanê axaftinê û têkilyê jiyanê, ji bo Dayîk û Zarokên me, Pîrek û Zilamên me bibe Zimanê Kurdî. Em wân bi hevre bi kûrdî bidin axaftin û xeberdan.

Lewra ismet İnönü, hîn di sala 1936’ande di rapora xwede wanî dibêje:
”Li welatê Kûrda Êtar(Çerçî) diherin li gûndê wân bi Pîrek û Zarokanre bi kûrdî diaxivin. Hetanî kû ew bi wanre bi kûrdî bi axivin, em nikanin tirkî rê wan bidin. Çarê? Hewceye kû em Êtarîyê Qedexe bikin…” (İsmet Paşanın Kürd Raporu. Saygı Öztürk. Doğan Kitap. S.80).
Mixabin, piştî vê raporê Dewlet li welatê me Êtaryê Qedexe dike. Armanc ewe kû, koka ziman û çanda me kût bikin. Ziman û çanda xwe têxe şwîna ê me.Ji ber wê yekê tû hekê me tûne kû, em bi zimanêkî tûnd û tije hekaret milletê xwe rexne bikin û bi çuk bibînin. Millete me, ne bê xîrete û ne dijminê Ziman û Çanda xweye.

Lewra dûjminê me bi sîyesetek pir kur û bandor mezin, bi plansazîyak pir gemarî, pir tije fen û futik. Û bi Lîstikê pir bi Bertîl(Rûşwet),bi Kirîn û Firotinên pir mezin ev ziman ji nava milletê me rakirîye.

2. Têkilîyê Zimanê me û Perwerdê û Rewşenbîrya me:
Milletê kû Perwerde, Rewşenbîrî, Bawerî û Dîndarîya xwe, taêt û rêzdarîya xweyî ji Xwedê re bi zimanê xwe bi bikarnîne. Ew millet, ji hêla Civaknasîyêde êdî mirîyê bêdeng tê hesabkirin. Di derbarê wê mijarêde mere kani bibeji sê beşê jiyanê heye.

1.Xwarin, vexwarin û raketin û rabun…
2.Zewac û ji hev zêdayîbun. Di nava jiyanêde pirbun û domandina neslê mirova. Di vê bandorêde, ji çukbûnê derbasbûna mezinbûnê. Wan herdû beşana, beşên xwezayîya jiyanêne. Mirov giş di vê bandorêre derbasdibin.
3.Perwerde û Rewşenbîrî. Ev beşa, beşik ji gav û tevgera medenî buna mirova û mirovatîyeye. Civaka kû perwerde lê tûnebe. Rewşenbîrî jî lê tûneye. Dera kû perwerde û rewşenbîrî lê tunnebe, li wê derê Jiyanik ewlehî, aramî û aşîtî jî lê tûneye.

Dera kû ewlehî, aramî û aşîtî lê tûnebe, li wê derê watê û mâna tû zimanê mirova û mirovatîyê jî tûneye. Hew hûkmê Zimanê hovîtîyê lê didome. Ez bawerim kû, îro di vê dinya moderinde tû kes naxwazi fêrî zimanê hovîtîyê bibe.

Ji ber wê yekê her millet Ewlehî, Aramî û Aşîtîya ji bona civaka xwe. A di navbera milletê xwe û milletê dinde, bi zimanê xwe çêdiki û bi kartîne.

Lewra ew milletê kû Perwerde û Rewşenbîrya xwe bi zimanê xwe çê neke. Nikanî di nava civaka xwede Ewlehî, Aramî û Aşîtiyê jî çê bike.
Ji ber wê yekê em Kûrd mejburin kû, em perwerda xwe bi zimanê xwe bikin. Em her zarokekî xwe bikin namzetê Rewşenbîrîya xwe…

Pekî, jibona milleta Rewşenbîrî çîye?

Rewşembîri, ji bona milleta Hest û Mejîye. Dil û Kezebe. Çâve, Dest û nige. Şiva, Korika pişta wâne.

Rewşenbîr kînin?

Rewşenbir Feylesof, Diroknas, Civaknas, Edebiyatnas, Nivîskar, helbestvan, Dengbêj, Hozan, Çirokbêj, Serokên Civakê, Mamostê û Mellayê Xwedî îlmekî pakij, Wêneçêker, Wênêkêş, Peyker… Û wekî dine…

Îja ji bona kû em di xebatê xwede bi serkevin, hewceyî kû berî her tiştî em li Rewşenbirê xweyî kû îro hîn di nava civaka mede dijîn, bi her hawî li wân xwedî derkevin. Em wan bi lez û bez bikin Mamostê Zarokên xwe.

Ji bona vî karî jî hewceyî kî bingehekî Aboryê, a mezin bê amade kirin. Ev jî dikeve ser millê Sermaye û Bazirganya Kûrdî.
Hewcadarya mezin eve kû Sermaya Kûrda bi hêza xwe û Şaredarîyên Kurdan, Dibistan û Sazîyê Zimanê milletê xwe amade bikin.

Mamostê xwe tayin bikin. Di pêre ji bona derfeta perwerda fermî, serî li Dewlet û hûkûmeta bixin.

Ya nana Ziman û Perwerda kûrdî, tû carî ji vê têkçunê xelas nabe. Ji nava me Rewşenbîrên Jêhatî dernakevin holê û hêjmara wan jî ket zêde nabin.

Ji bo kû ev Rewşenbîrî û Rewşenbirên meyî kû vê gavê dijîn, em wân xwurt bikin, hewceye kû em li berhemê wan xwedî derkevin. Em wân bi xelata taltif bikin. Ji hêla aborî û piştgirtinêde em cesaret bidin wân. Li her kadê jiyanê em wan bi tenê nehêlin.

Bira ew bi tû hawî mihtacî dûjminê millletê kûrd nebin. Bira nebin hesîr û mahkûmên destê îdeolojîyen negorî civaknasî û derunnasya miletê me. Bira bawerîya wanî herî mezin bi milletê wan bê. Bira di xizmeta milletê xwe, welatê xwe û a ziman û çanda xwede bin.

Ji bo vê yekê, bira ne daxwazên fermîbuna ziman û nejî, Xwestina Derzên bijartê mejîyê me tûkesî ket li nav hevdû nexe. Ha em herdû daxwazan jî her tim bikin, lê em ket bi wân ne xapin.

Lewra vê Dewleta kû xêra zimanê me bixwesta, ev sed sali zimanê me ji kokêde kût nedikir, ji bo vê yekê her tişt li zarokên me qedexe nedikir. Pêşya her tiştê me asteng nedikir…

3. Têkilîyê Zimanê me û Sîyaseta me û Sîyaseta Meclis û Hûkumet û Dewleta kû li ser welatê me hûkumranin.

Gelo emê kanibin têkilîyak çawa bi vana gişa re dînin û bi domînin? Berî her tiştî, ew kesên kû, ji bo ziman di xebitin, hewceye kû ew xwe nexin bin bandora tû siyaseta, partî, cemât û hizban. Û dijminantîya tû siyaset û hizbên kurda jî nekin.

Gava kû wan ji bona milletê me, ji bona çand û zimanê me tiştekî baş kirin, emê êferimek baş bidin wan û ji bo wê mijarê piştgirya wan bikin. Eger kû nebaşî, kêmanî û xeletî kirin, wê demê jî emê bi zimankî pakij û bê tirs wân rexnebikin.

Heçî partiyê kû wekîl û temsilkarên wan di meclîsêde’nin, xaseten ew wekilên xwe kurd dibînin, yanjî hew ji bona berjewendîyê xwe, Kurdbunê, nirxên kurdî bi kar tînin, em her tim Kurdbuna wan bînin bira wan. Ji bona fermîbuna Zimanê Kurdî em cesarete bidin wan û alîkaryê ji wan bixwazin. Em wan mejburî alikaryê bikin.

Lewra ev sed salê çi biryarê kû ji bo qedexebuna ziman û çanda me derketîne holê, giş bi hêza vê meclise û bi biryara komên wekîlên wân partîyan derdikevin holê. Hewceye kû em bi vê hêzê vî planê wân xera bikin…

Eger îro di wê meclîsêde ji bona çand û zimanê me komek dûrust û xwûrt li ser navê me hebûya, wê reş û sipî pir xweş ji hev kifş buba.

Lê heyf mixabin ev sedsale kû tiştêkî wanî li ser navê me derneketîye holê. Hinik Kesayetên cûda nê têde, kî çûnê wê derê em xapandine. Gava kû rewş wanîbe, li wêderê tû mâna siyasetê namine kû em xwe pêre bibetilînin. Hewceye kû, em li ser vê mijarê gellekî şiyarbin kû, bira êdî em neyên xapandin…

4.Têkilîyê me û zimanê me û Dîyaspora. Xebatên Diplomasi û Lobîya li cem Dewletê Biyanî:

Ev sed salê kû welatê me ji hev perçe buye û her tiştê me ketîye bin zext û zorên dagirkeran. Ziman û Çanda me, nirxên meyî milletbunê, mâfên meyî herî mirovî xesp bune.

Bi hezaran Komkûjî, Xesp, Talan, Koçberî, Hefs, Sûrgun… bi serê me kurda de hatine. Ev sed sali kû, em nikanin bi hawakî fermî û aramî li mekteban Zarokê xwe bi zimanê xwe perwerde bikin.

Em bi mîlônan koçberî Dewletê Awrupa, pirayî Almanya, Îsveç, Norveç, Îsviçre, Fransa hetanî Kanada û Amerîka û dewletê wekî din bune. Îro belkî 3-4 mîlôn nûfusa me li Diyasporayê. Û BM(Koma Milleta),AB(Koma Yekîtîya Awrupa),Unesco, AHÎM, Diwana Adelatê Lahey û… wd, heçî sazîyên grîng û mezin giş li Diyasporaye. Ev koçberên me giş cîranên van sazîyanin.

Gelo ji despêkê û hetanî îro me çend dâwe û Daxwazyên xweyî meşru û mafdar bi hawakî xwûrt birîyê ber derî û destên van sazîyan?
Li sernavê vî milletê mezlum û mexdur, we tû xebatên Diplomasî û Lobîyên xwûrt bihîstîne yan na? Kê bihîstîbin, bira xêra xwe me agahdar bikin. Belkî em sudekê jê bigrin.

Wek kurdekî dûz, tiştê kû ez di şopînim û jimivê tê xwîya kirin hinek Partî, Sazî, Hizîp, Cemât û Terîket li ser navê kurdan, her tim li wân dera pera kom dikin. Wan pera dûxwûn û pê reklamê xwe dikin. Hetanî îro, ji bona doza Kurd û Kurdistanê, Ji bona doza Ziman û Çanda kûrdî, min tû daxwaz ne dîtîye û ne bihîstîye jî.

Ji ber vê yekê jî dengê me Kurda bi hawakî rast û dûrûst ket nagihêje milletê dinyayê. Di vê dema hûkûmranya dijital û teknolojide, em mejburin kû li Dîyaspora, Dîplomasîyak xwûrt çêbikin. Bi lobîyê mezinre têkilîyen xwurt dînin. Dengê doza milletê xwe, doza ziman û çanda xwe, bi hawakî rast û dûrûst bigihîjînin dinyaye.

Ez hêvîdarim kû bi xebatên rast û dûrûst emê hîn baş û hîn zu bi serkevin. Ji ber vê yekê hewceye kû em Diyaspora ket ihmal nekin û vâla nêhêlin.

Em axaftina xwe komî ser hev bikin. Bi Kûrtayî em kanin vêya bibêjin.

Bira em kes bi fen û dek û dolavê vê dewletê nên xapandin. Vê dewleta kû ji bona kû koka zimanê me kût bike, di dîroka vê Sedsalya meyî dawînde kû Êtarîya nav gûnda li me qedexe kirîye.

Wê Dewleta kû ji bo kû em bi zimanê xwe ne axivin, ji bo kû em bi temamî ji Çand û Diroka xwe biqetin û bi zimanê wan bi axivin, bi Tank û Top û Firoka û heçî çekê wekî din Qûjêr, ketîye nav welatê me. Diyar, Deşt, Berrî, Gûnd, Navçê û Bajarên me xerakirîye.

Em bi sed hezara Qûştine. Bi milona Birîndar û Hefsî û koçberkirine. Ji ber wê yekê ev 28 care kû me serî li himber wê rakîrye. Me li himber wê îsyan kirîye.

Wê Dewleta kû sirf ji bona kû em her tiştê welatê xwe, navê xwe û welate xwe bi gotina zimanê xwe ji bîrbikin û em zimanê wân bi karbînin, gorî rekemê wêyî fermî ji salê 80’êyî û virde, dora 400 hezar mîlôn Dolar pere serf kirîye. (Medya Googlê)

Wê dewleta kû baş zane, herî kêm 40 mîlôn kûrd li vir dijîn, ji bona nêzîkî 13-14 mîlôn zarokên wan salê hew 3 Mamostê Zimanê Kurdî tayin dike. İsal ji bona zimanê Tirkî 20.000,ji bo zimanê Kurdî jî hew 10 Mamoste tayîn kir.

(Rudav7mayis2024https://www.rudaw.net/turkish/middleeast/turkey/070520248)

Wer hasil em gotinên xwe kin bibirin. Vê dewleta kû ev kebhet û gosirmetana gişa li himber me kurda bi kar aniye û hîn jî tîne, tû tiştê baş û bi xer ji bon pêşê roja me çê nake. Bira em xwe nexapînin.

Hewcedarîya bi lez û bez ewe kû, em jî bi ferasetek mezin rojekê berî rojekê, milletê xwe, zimanê xwe, Pirek û Zarok, Qal û Pîr, Bav û Dê, Kîz û Bûk, Keç û Xortên xwe ji nav lepê dijminê xwe bi derxînin. Ya nana pêşe roja me ket xweş xwîya nake.

Peyva minî dawyê eve. Em xebatek rast û dûrûst, bi mirovên rast û dûrûst, bi rêç û tarzên rast û dûrust, di demek rast û dûrûstde, bi alav û amurên rast û dûrûst bikin, ez hêvî û bawer dikim kû, emê bi her hawî bi serkevin. Tû kes nikanin bibin manîê serpêhatîya me.

Lewra Em him mezlumin û him jî mafdarin. Ji ber wê yekê emê bi serkevin. Di pêşerojêde, wê rojên xweş û baş bibin ê me.

Silav û hûrmet…

24.05.2024 / Amed

 

Bu yazıda yer alan fikirler yazara aittir. Farklı Bakış’ın bakış açısını yansıtmayabilir.

Önerilen Yazılar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir